
Ermenîstanê destpê kirîye heqê gaza Rûsîyayê bi rûbila bide. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye têlêvîzîyona Rûsîyayê.
“Gerekê berbi perên miletîyê bilivin. Wî alîda ji alîyê rûsada pêşkeftin heye”,- ewî gotîye.
Anegorî înformasîyayên Vahan Kêrobyan, dayîna heq bi rûblîya tê mîyaserkirinê, lê ew yek anegorî kûrsa navnetewî tê kirinê. Bi gotina wî, biha dolartî tê hesabkirinê, lê dayîna heq bi rûblîya tê mîyaserkirinê.
Wekîlê “Gazprom”-ê Sêrgêy Kûprîyanov jî ev înformasîya îzbat kirîye.