SerekeSîyasî

ŞAY êrîşa tirkaye ser Kurdistana Sûrîyayê şermezar kirîye

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xemgînîya xwe girêdyî wê yekêra elam kirîye, wekî tirka bajarê Kobanê dane ber topa. Ştatên Yekbûyî bangî alîya kirîye ku hal bidine milahîmkirinê.Em bêjin, wekî rûyê wê yekêda merivên sîvîl hatine kuştinê.

“Em girêdayî topbarankirinên tirkara, yên li ser bajarê Kobanê nerihetîya xwe dîyar dikin û bona her zîyaneke merivên sîvîl yazixîyê elam dikin”,- nava elametîya baylozxana Ştatên Yekbûîye li Sûrîyayê hatîye gotinê.

Înîya derbazbûyî çend top ketine li sûka Kobanê, nava encamên kîjanêda binelîkî edil hatîye kuştinê, çend meriv jî birîndar bûne.Nava encamên wê yekêda usa jî zîyana matêrîyalî gihîştîye bi deha dikana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button