H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê 27,9 selefê merivên ji 16 salîyê bilindtir cigarê dikişînin
Hersal, 31-ê gulanê roja hemcîhanî, ya bêyî cigarê tê kifşkirinê, kîjan sala 1987-a organîzeya hemcîhanîye saxlemîxweykirinê elam kirîye, bona ku guhdarîya civakê teglîfî li ser encamên cigarêye xirab bike. Cigare bona saxlemîya civakê qezîyaye.Hersal ji 8 mîlîyonî zêdetir meriv rûyê kişandina cigarêda wefat dibin. Ji wana 7 mîlîyon ewin, yên ku cigarê dikşînin, lê ji mîlîonek 2OO OOO zêdetir meriv ewin, yên ku dikevine bin tehsîra dûyê cigarê.
Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê elam dike, wekî li gorî lêkolînên mîyaserkirî, li Ermenîstanê 27,9 selefê merivên ji 16 salîyê bilindtir cigarê dikişînin.