H’emû nûçeSereke

Alîyên dew û dozêye here girîng hê helkirî nînin: baylozxana ŞAY

Van roja  Radar Armenia e  pirs şandibûne baylozxanên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Rûsîyayê û hîvî kirine ku ew fikira xwe derheqa halê dew û doza Qerebagêda raberkin. Hetanî niha tenê bersiva bayloxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê hatîye stendinê. Bersivên baylozxanên Fransîyayê û Rûsîyayêye li Ermenîstanê hê nehatine stendinê.

Radar Armenia ê pirs daye ku hemsedirên koma  Mînskê xebata komê çi cûreyî qîmet dikin, heger rûyê şerê li Ûkraînayê şuxulkarî nekirîye?

Ji baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbkyî bersiv dane: «Ştatên Yekbûyî dicedîne piştgirîyê bide pêvajoyên bona aşîtîya li Qaqasîya Başûr. Çawa endama koma Mînskê, Ştatên Yekbûyî dicêribîne piştgirîyê bide Ermenîstanê û Adirbêcanê, ku hemû pirsên helnekirî bêne helkirinê».

Pirsa mayîn derheqa wê yekêda bûye, wekî Adirbêcan dixweze nava Ermenîstanêra rê berbi Nexçêvanê hebe, û  gelo tabîya baylozxanêye dora wê pirsê kîjnedane? « Gelek pirsên helnekirî hewcê helkirinêne, nava wanda usa jî pirsnê derheqa rêyên transportêda.Ştatên Yekbûyî xebata wekîlên Ermenîstanê, Adirbêcanêye bona wê yekê silav dike»,- ji baylozxanê bersiva vî cûreyî şandine.

Pirsa mayîn ya derheqa statûsa Qerebagêdane. «Nava gelek pirsên helnekirîda usa jî pirsa statûsa Qerebagêye.Em dîsa li ser wê fikirêne wekî bona aşîtîya herêmê pirsên helnekirî gerekê bi rêya hevraxeberdana bêne helkirinê».

Pirsa dawî jî ewe, ku Adirbêcan her dem dibêje, ku pirsgirêka Qerebagê tune û pirsgirêk helkirîye. Pirs hatîye dayînê, ku baylozxana Ştatên Yekbûyî nava wê pirsêda çawa difikire: «Em çawa hemsedira koma Mînskê hazirin piştgirîyê bidine Ermenîstanê û Adirbêcanê, ku hemû pirsên helnekirî bi rîya hevraxeberdana bêne helkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button