H’emû nûçeSereke

Bona gelek kompanîyayên ŞAY hewaskare ku ew li Ermenîstanê bêne raberkirinê

Cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya Armên Sîmonyan şêwirmenda qulixdarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye kirîn-frotanêye li Avrasîyayê, Hêdêr Birns û cabdarê baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Ermenîstanê, yê pirsên êkonomîkî û kirîn- frotanê Bêncamîn Birnês qebûl kirine.

«Armên Sîmonyan mêvan silav kirine û derheqa pêwandîyên dostîyê û hevkarîyêda xeberdaye, usa jî derheqa pêwandîya hewêye di navbera Ermenîstanê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda girîng hesab kirîye. Cîgirê wezîr bi hûrgilî derheqa pirsgirêkên nava goveka transportêda, pêwîstîya werguhastinada xeberdaye û Ermenîstan çawa welatê tranzît raber kirîye.

Hêdêr  Birns derheqa pirsgirêkên rîya Larsêda daye dîyarkirinê, derheqa  mecalên rêyên başqeda daye dîyarkirinê.

Wekîla Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî serda zêde kirîye, wekî bona gelek kompanîyayên Ştatên Yekbûyî fikira derheqa şuxulkrîya li Ermenîstanê hewaskare. Dawîya hevdîtinê pevketin hatîye destanînê ku hevdîtineke başqe jî teşkîlkin, bona ku pirs û pirsgirêkên heyî bi hûrgilî gotûbêj bikin»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button