SerekeSîyasî

Elî Qazî, kurê Qazî Mehmed, koça xweye dawî kir

Elî Qazî,  kurê serokê Komara Kurdistanê, ya ku sala 1946-a li Mehabadê ji alîyê Qazî Mehmedda hatibû damezirandinê, li Bonna Almanîyayê, 89 salîya xweda koça xweye dawî kir.

Elî Qazî sala 1933-a li Mehabadê hatîye dinîyayê. Ew 13 salî bû, dema ku Komara Kurdistanê ket û bavê wî Qazî Mehmed hate dardakirinê.Ew tevî malbeta xwe cîguhastî Almanîyayê bûye.

Paşê ew vedigere bajarê Kurdistanê û dibe serokê partîya azadîya Kurdistanê.

Rûyê tendurustîya xirabda, ew ji wê qulixê derdikeve û paşda vedigere Almanîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button