ÇandSereke

Çima meha îlonê li Ermenîstanê biqesidin?: Starmus VI:

Fêstîvala zanistî, ya navneteweyî  Starmus VI vîdyoyek belav kirîye û têda ew menî raber kirine, ku çima îsal meha îlonê li Ermenîstanê biqesidin. Vîdyoyêda dîdemên Ermenîstanê  hatine raberkirinê.

«Li Ermenîstanê gerekê ese biqesidin, xwezima îsal meha îlonê, wextê  nava dorana Starmus VI da li welatê me gelek xudîyên xelata Nobêlîyê û zanyar, sazbend û meriv, ji bo wan erşê ezmîn ne dûr û bêdawîye, lê  çevkanîyê lêkolîn û îlhame ya bedwîye», vîdêyoyêda hatîye gotinê.

Ew zanistî, huner û muzîkê di nav hevdaye, digel dersên astronotên navdar yên cîhanê, xudîyên xelata Nobelê, nûnerên navdar yên zanistî, têknolojî, huner, çand û muzîkê.

Zanistî û hunerê dike yek, ew awayê ramana me li ser rol û hebûna mirovahîyê ya li  erşê ezmîn diguhêzîne, îlham û wate dide jîyanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button