Serokê Partîya Kurdistanêye Sosîyal-dêmokratîk Mehmed Hecî Mehmûd gotîye, wekî guhartina sîstêma sîyasî wê pirsgrêka Îraqê hel neke. Ewî gotîye, wekî rîya helkirinêye tek-tenê nava «konfêdêrasîyayêda» ne.
Dewekarîya lîdêrê heja «Sadrîsta» ewe ku rêjîm bê guhartinê û hilbijartinên nû bêne derbazkirinê.
«Li Îraqê negihîştine wê yekê, ku xebata tevayî destpêkin û bi hevra qayîlbin û niha jî em gerekê rêyeke mayîn bibînin û ew rê jî hema sîstêma konfêdêratîve»,- Hecî Mehmûd gotîye.