Rezedilvanên Ermenîstanê wê bi taybetbin: teşkîldarê STARMUS ê rastî ciwana hatîye
Li Ermenîstanê 5-1O ê îlonê nava doranên fêstîvala navnetewîye STARMUS VI da teşkîldarê fêstîvalê astrofîzîknas Garîk Îsrayêlyan rastî rezedilvana hat, fikir û îmkanên fêstîvalê raberî wan kir.Çawa ku nûçegîhanê «Armênprêss»ê elam dike, Garîk Îsrayêlyan spasîya xwe elamî rezedilvana kir, wekî ewana xwestina xwe elam kirine ku beşdarî fêstîvala STARMUS V bibin.
Teşkîldarê fêstîvalê ciwan da bawarkirinê, wekî bo wana hevtîya hewaskar û balkêş hîvîya wane.
«Hemû fêstîvalada hertim rezedilvan hebûne, lê rezedilvanên herî taybet wê rezedilvanên Ermenîstanêbin. Çima, çimkî ulmdarên usa wê cara yekem bên Ermenîstanê, wê bona we hewaskarbe bibînin, ku tevî kê hûnê bixebitin.
Li Ermenîstanê, bi taybetî van salên dawîda, ji ber şer, pirsgirêkên sîyasî û deşta mêdyayê ya polîtîzekirî, ji bo ciwanan pir zehmete ku bala xwe bidin ser tiştekî.
Heger ciwanên usa hatine dîtinê, kîjan tevî van hemû çetinaya bûne û dixwestin beşdarî vê fêstîvalê bibin, alîkarîyê bidin, ji bo min gelek girîngtire wekî fêstîval li welatekî Avropayê derbazbûya»,- wextê qisa tevî « Armênprêss» ê, Îsrayêlyan da kifşê.
Wextê rasthatinê ewî got, wekî çawa 3O rezedilvana STARMUS II teşkîl kirin, dema ku tenê 3-4 rezedilvan beşdar bûn ji bo alî fîzîknasê têorîk Stîvên Hokîng bikin. Ewî usa jî caba pirsên rezedilvana da.
Astrofîzîk baware, wekî STARMUS ê di nav ciwananada bo zanistîyê hewaskarîyê zêde bike û her wiha li Ermenîstanê jî festîvalên bi vî cûreyî yên nû bên teşkîlkirinê.
«Bila STARMUS bibe menî, wekî li Ermenîstanê himberî zanstîyê guhartin bibe»,- Îsrayêlyan da kifşê.
Teşkîldara fêstîvala STARMUS VI Dîana Balasanyanê elam kir, wekî 16-ê tebaxê rêzên perwerdeyî bê teşkîlkirinê, ji bo ku fikireke wan ya pir baş li ser festîvalê hebe û ji festîvalê re amade bin.
«18O rezedilvanên me hene ji hemû zanîngehên Ermenîstanê. Kesên ku bi zimanê îngilîzî baş dizanin beşdar dibin , çimkî STARMUS fêstîvala navnetewîye, em wek tîmeke navnetewî dixebitin.
Rezedilvanê bi axaftvananra bibin alîkar û alîkarîya temaşevanan, bi taybetî bîyanîyan bikin.Heger mirvên ku li herêmê ne baş nebin an jî pirsên wan hebin, rezedilvanê alîkarîya wan bikin. Ciwan li ser sehneyê bibin alîkar, di kampa STARMUS de bibin alîkar»,- Balasanyanê da kifşê.
Rezedilvan Karînê Hovhannîsyanê jî xwestîye beşdarî xebatên STARMUS ê bibe.
“Ez difikirim ku bi saya festîvalê ezê ji ya ku heta niha hebûn zêdetir şîyanên xwe bidest bixim. Her wiha wê mirovên mezin hebin ku dîtina wan li Ermenîstanê ji bo min rûmeteke mezin e, alîkarîya wan bikim û bi wan re bixebitim».