H’emû nûçeSereke
Fikira Yekîtîya Avropayê derheqa hevraxeberdanên Ermenîstanê û Tirkîyayê
Derheqa normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda û vekirina sînorê ermeîya-tirkada, bayloza Yekîtîya Avropayê Andrêya Vîktorînê Armênprêssêra xeberdaye. Baylozê daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê bi aktîvî piştgirîyê dide normalbûna heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê.
«Em hêvîdarin,wekî ev yek wê berbi normalbûna pirsê bibe. Axaftina bi têlefonê, ya Paşînyanê serokwezîr û serokê Tirkîyayê Êrdogan gaveke girîng bû. Yekîtîya Avropayê bi sala ser hev aktîv bûye û piştgirî daye normalbûna heleqetîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê. Em dixwezin pêşkeftinê bibînin, çimkî em difikirin, wekî ew yek bona kara cimetaye û ewê mecalên nû bide vekirinê»,-Andrêya Vîktorînê gotîye.