Ji 3 ê îlonêda destpêkirî hetanî 8 ê cotmehê li Yêrêvanê wê fêstîvala sazbendîyêye navnetewî, ya bi sernavê «Armênîya» derbazbe. Koma Ermenîstanêye dewletê ya sîmfonîyayê û fonda avropî careke mayîn bûne yek û wê sazbendîya klasîk bidine raberkirinê. Piştgirîya fêstîvalê dike wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê.
Wextê fêstîvalê wê sazbend û stiranbêjên li dinîyayê bi nav û deng amadebin.