H’emû nûçeSereke
Nava hevtêkêda li Ermenîstanê 2124 nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê

Ji 22 a hetanî 28 ê tebaxê li Ermenîstanê li cem 2124 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.
Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê ragîhandine.
Nava hevtîya dawîda 1788 welatî qenc bûne, lê 7 meriv wefat bûne.
Niha 2745 meriv tên dermankirinê. Nava hevtêkêda 6131 têst hatine kirinê. Hejmara têstaye bi tomerî hildayî gihîştîye sê mîlyon 184 hezar 464 a.