H’emû nûçeSereke

Xebatên kolana tûnêla ku dibe Larsê bi aktîvî pêşda diçin

Xebatên li ser tûnêla li Gurcistanê ya ku berbi sînorê gurca-rûsa dibe, bi aktîvî pêşda diçin. Derheqa wê yekêda dêpartamênta Gurcistanêye rîya elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî xêncî çêkirinê li rex tûnêlê usa jî sûr tê danînê. Dirêjaya tûnêlê wê 9 kîlomêtirbe. Wezîrê Gurcistanêyî pêşdaçûyîna herêma û sîstêma Îraklî Karsêlazê gotîye, wekî li wir xebatên kolanê ji 12 a hetanî 15 mêtra pêşda diçin.

Xebatên li ser tûnêlê ji gulana sala 2O21 ê destpê bûne.

Dirêjaya rîya nû 23 kîlomêtre û bi wî cûreyî rîya berê wê bi 11 kîlomêtra bê kurtkirinê, dewsa rîya sehetekê wê 15 deqe lazim bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button