H’emû nûçeSereke

«Xaçerêya ermenî» wê karê bide herêmê û usa jî welatên ji herêmê der:Paşînyan

Ermenîstan hewaskare ku li Qafqasîya Başûr rê bêne vekirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê forûma Rojhilatêye êkonomîkî gotîye.

«11 ê çileya sala 2O21 ê me li Moskvayê tevî serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê elametî îmze kir ku bi serokatîya cîgirên serokwezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, koma xebatêye sêalî sazkin,  ya ku li herêma me bi vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêva mijûl dibe»,- Paşînyan gotîye.

«Fikira vê projeyê ewe, wekî Ermenîstanê nava Adirbêcanêra rêyên transportê bistîne, lê Adirbêcan jî nava Ermenîstanêra. Bi fikira global eva mecala vekirina rêyên kirîn-firotanêye nûye û em bona wê yekê hewaskarin û hêvîdarin, wekî bi piştgirîya Rûsîyayê pirsê zûtirekê bê helkirinê»,- serokwezîr gotîye.

Tiştek zelale: rêyên ku tên vekirinê, wê bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanara ew derbaz dibin û em hêvîdarin, wekî emê bi vê prînsîpê bikaribin wê projeyê mîyaserkin, kîjanê em çawa «Xaçerêya ermenî» nav dikin. Ez difikirim, wekî ev proje wê ne tenê bona Ermenîstanê, lê ewê usa jî bona Îranê, Adirbêcanê, Gurcistanê, Tirkîyayê, Rûsîyayê û welatên rojhilata dûr girîngbe»,- Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button