H’emû nûçeSereke

Rewşa li ser sînorê ermenîya-azêrîya dîsa gelekî aloz bûye

Ji saheta 15:00 a  li ser sînorê  ermenîya-azêrîya rewş dîsa gelekî aloz bûye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandye.

Dijmin ji seheta 13:00 da li ser tevahîya sînorê ji Sotkê heta Gorîsê  dest bi lêdanên rokêta kirîye, cîhên sivîl kirin hedef û bi awayekî berfireh  diron bi kar anîne.

“Hêjayî balkişandinê ye ku wesayîtên sêrvîsa ewlekarîya  Rûsyayê ku li herêma şer wezîfeya însanî pêk tînin jî hatin derbkirin. Ev jî belgeyeke din e ku tevî daxuyanîyên Bekûya fermî jî hêzên çekdar ên Adirbêcanê ferqê nakin navbera hedefan.

Li gel êrîşên bi rokêtan, yekîneyên Adirbêcanê jî dîsa dest bi hewldanên pêşveçûnê kirin. Hêzên çekdarên Komara Ermenîstanê ji bo bersiveke têrker li dijmin bidin hemû tedbîran digirin»,-nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye parastinêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button