H’emû nûçeSereke

Ji şerê Arsaxêyî 44 roje du sal derbaz bûne

Berbanga 27 ê îlona sala 2O2O î,  Adirbêcanê êrîşa berfireh dijî Komara Arsaxê destpê kir.

Opêrasîyonên leşkerî bi dirêjaya xeta pêşin, ya di navbera arsaxîya-azêrîyada destpê bibû.

Li Ermenîstanê û Arsaxê halê leşkerî hate elamkirinê.

Piştî 44 roja, 1O ê mijdara sala 2O2O î bi navçîgarîya Rûsîyayê peyman hate îmzekirinê, li gorî kîjanê piranîya axa Arsaxê derbazî bin kontrola Adirbêcanê bû.Xêncî sivdera Laçînê, bajarê Şûşîyê, piranîya nehîya Hadrûtê, cêrge gundên Askêranê û Martakêrtê derbazî bin kontrola Adirbêcanê bûn, lê sînorên Arsaxê aşîtîparêzên rûs diparêzin.

Nava encamên şerê 44 rojeda 3825  meriv bûne cangorî.

Nava wî şerîda Adirbêcanê temamîya sîlihên xwe dane xebatê. Tirkîyayê piştgirîya leşkerîye eşkere daye Adirbêcanê. Dijî cahilên ermenî, usa jî têrorîstên kirêkirî ji Sûrîyayê  şer dikirin.

Du sal derbaz bûne û Adirbêcan dîsa sîyaseta xweye agrêsîv berdewam dike, halê li herêmê tevlîhev dike. Du hevtê pêşda Adirbêcanê dîsa opêrasîyonên leşkerîye aktîv li ser sînorê ermenîya-azêrîya destpêkir. Êvara 14 ê îlonê, bi saya civaka navnetewî li hev hat pevketina derheqa agirbestêda dest bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button