H’emû nûçeSereke

Kanîyên kurda îzbat dikin, lê sîstêmên Ermenîstanêye dewletê înkar dikin

Eva serê du rojaye wekî malperên sosîyalîda pirsa derheqa teslîmkirina du kurda, Atîla Çîçek û Husêyn Yildirim bi aktîvî tê gotûbêjkirinê. Ev înformasîyon pêşda kanîyên kurda raber kirine. Prêssa hêzên kurdaye parastina gel, elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê du endamên Partîya Karkerên Kurdistanê teslîmî Tirkîyayê kirine. Piştî vê elametîyê sîstêmên Ermenîstanêye dewletê ev yek înkar kirine.Pêşda qulixdarîya ewlehkarîya miletîyê, lê peyîra jî wezîreta edaletê elametî belav kirine, bi kîjana teslîmkirina şuxulkarên kurd înkar kirine.

Qulixdarîya prêssayê, ya hêzên parastina gel elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê qanûnên navnetewî teribandîye û du endamên Partîya Karkerên Kurdistanê teslîmî Tirkîyayê kirine. Mafparêz  Avêtîk  Îşxanyan wextê qisa tevî «Radîolûr» ê dibêje wekî di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda pêwandîyên dîplomatîk tunene û peymana anegor nikare bibe.

«Heger peymana wî cûreyî hebûya jî, lê li gorî normên navneteweyî mafê Ermenîstanê tune ku wan meriva teslîmî wî welatî bikin, çimkî li Tirkîyayê wê wana bizêrînin.

Bi gotina mafparêz, ji alîyê sîyasîda jî ev gav ya xirabe, çimkî ew zîyanê dide hevkara amin, bi taybetî li welatên Rojhilatê.

«Ez bîr bînim,wekî  Swêd û Fînlandîya bona bibin endama nava NATO ê, Tirkîyayê  daxwez ji wan kir, ku kurdên dijî Tirkîyayê paşda vegerînin. Ew pirs hê usa maye».

Serokê şêwira kurdaye miletîyê, Kinyaz Hesenov gotîye «Radîolûr» ê wekî hatîye birîyarkirinê ku berbirî wezîreta edaletê û Partîya Karkerên Kurdistanê bibin, bona ku bersiva zelal bistînin.

«Heger zelalkirinên usa hebin, wekî bi rastî teslîmkirin qewimîye, bêguman ew yek tiştekî nebaşe. Heger tiştê usa tune, em nikarin tu kesî rexnkin û gunehkarkin. Nava van 4O salên dawîda kirinên komkuj usa jî dijî kurda hatine mîyaserkirinê. Dêmek, em herdu cimet, gerekê  vê dostîyê biparêzin. Ez berbirî hemûya dibim, wekî herdu cimetên me helkirinê bibînin û pirsên heyî nava pêwandîyên dostîyêda helkin»,- ewî gotîye.

Prêssa tirka jî wê înformasîyonê belav dike, wekî 22 ê îlonê qulixdarîyên Tirkîyayêye mexsûs li ser sînorên welêt du şuxulkarên kurd girtine û cîguhastî Tirkîyayê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button