SerekeSîyasî

Çar giregirên çekdarên tirka ji Girê Sipî revîne

Piştî elametîyên tirkaye fermî, yên derheqa wê yekêda, wekî ew nêzîkaya xwe hindava hukumata Damişqê didine kifşê, çar fermandarên çekdarên tirka nava vê hevtêda ji Girê Sipî revîne Avropayê, çimkî ew tirsîyane ku wê wana teslîmî hukumata Damişqêkin.

Li gorî kanîyên înformasyone cîh, ew meriv serokên wa gotî «polîsîya leşkerî», «polîsîya sîvîl» û «hêzên antîtêrorê» bûne.Wana hemû tiştên xwe firotine û revîne Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button