SerekeSîyasî

Qewînbûna Îraqê pêwandîyên bi Kurdistanêva girêdayîye

Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron elam kirîye, wekî serbixwetî û qewînbûna Îraqê wê yekêva girêdayîye ku tevî hukumata Herêma Kurdistanê nava pêwandîyên başdabin.

Derheqa wê yekêda Makron wextê prêss-konfêranêsa li Bryûsêlê gotîye.

“Em hêvîdarin, wekî pêwandîyên di navbera  Hewlêrê û Begdayêda wê başbin û qewînbûna Îraqêye êkonomîkî û ewlehkarîya  wê bêne xweykirinê û hemû hêzên li herêmê wê qedirê wê yekê bigrin”,- Makron gotîye.

Serokê Fransîyayê usa jî serda zêde kirîye, wekî ew diewezin tevî serokê Îraqê û serokwezîrê nû bixebitin û welatê wî hêvîdare beşdarî ewlehkarî û qewînbûna serbixwetîya Îraqê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button