
Partîya Karkerên Kurdistanê elam kirîye, wekî ew wê kirina têrorîstîyêva girêdayî nînin, ya ku li Stembolê hatîye mîyaserkirinê.
“Cimeta me û civaka dêmokratîk baş zanin wekî em wê bûyarêva girêdayî nînin û emê tu cara êrîşê nebine ser binelîyên sîvîl û tu tiştî dijî binelîyên sîvîl nekin”,- nava elametîya PKK ê da hatîye gotinê.
Teqîn duh li Stembolê nêzîkî seheta 16:20 deqe qewimîye.
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî jî bi elametîyêva pêşda hatîye: “Hêzên me wê teqînêva girêdayî nînin”.
“Em careke mayîn didine kifşê, wekî hêzên me wê teqînêva girêdayî nînin û em wê gunehkarkirinê înkar dikin, bi kîjanê dibêjin ku hêzên me beşdarî wê kirinê bûne”,- Mezlûm Ebdî Twittere da nivîsîye.
“Em serxweşîyê didine malbetên kuştîya û cimeta tirk, birîndarara jî qencbûna lez dixwezin”,- Mezlûm Ebdî gotîye.







