H’emû nûçeSereke

Li Krêmlê civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv şirove kirine

Nava welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda hevraqayîlnebûn hene, lê sala derbazbûyî daye kifşê, wekî pêwîstîya berevbûnên vî cûreyî heye. Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye.

“Dora hinek xala hevraqayîlnebûn hene, kîjana îzin nedane ku du dokûmênta îmzekin, lê ew yek nade kifşê, wekî heyîna organîzeyê dikeve bin qezîyayê.Tabîyên alîya û sala par dane kifşê, wekî  hewcetîyên welatê beşdarbûyî, yên hindava organîzeyêda çi cûreyîne”,- Pêskov gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo îmzenekirina Ermenîstanê dikare li ser yazîya organîzeyê tehsîrke.

Ewî serda zêde kirîye, wekî derheqa civînêda roja çarşemê jî axaftin hebûye.

Pêşda Pêskov gotibû, wekî Ermenîstanê nava organîzeyêda bimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button