H’emû nûçeSereke
Li Arsaxê nexweşekî giran, yê 42 salî wefat bûye
Rûyê kirinên Adirbêcanêda, rûyê çida Arsax ketîye nava dorgirtinê, nexweşekî giran, yê ku hewcê piştgirîya doxtirîyê bû, wefat bûye.
Ev înformasîyon ji merkeza Stêpanakêrtêye doxtirîyê hatîye belavkirinê, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî merivê wefatbûyî mêrekî 42 salîye, yê ku 15 sala ser hev hêmodîalîz qebûl dikir.
Hê pêşda wezîreta Arsaxêye saxlemîxweykirinê elam kiribû, wekî li merkeza Arsaxêye doxtirîyê 11 nexweşên giran hene, ji kîjana çar meriv halê herî girandanin.Li merkeza doxtirîyêye “Arêvîk” ê deh zarok nava halê girandanin.
Bi piştgirîya komîtêya Xaçê Sor nexweşekî giran ji merkeza Stêpanakêrtêye doxtirîyê cîguhastî merkezeke Ermenîstanêye doxtirîyê kirine, yê ku gerekê lez bê emelyetkirinê.