H’emû nûçeSereke

Îran û Hindistan amadene piştgirîyê bidine Ermenîstanê: Vardan Xaçatryan

Halê ku nava elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da hatîye îmzekirinê, hatîye guhartinê. Niha Îran amadeye ku sîlihan beşdarî projeyên dora Ermenîstanê bibe, Hindistan jî dibêje ku ew amadeye piştgirîya leşkerî bide Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî NEWS.am ê endamê partîya  “Ermenîstana yekbûyî” Vardan Xaçatryan gotîye.

“Adirbêcanê bi piştgirîya Tirkîyayê xwe amade dikir Syûnîkêra rê veke, lê  paşê Tirkîya berbi rîskê neçû, çimkî  Îranê mecalên anegor dane xebatê û li Kapanê konsûlxana xwe vekir, rûyê çida meremê Bekûê hate teribiandinê. Nava qewilên vî cûreyîda, Elîyêv mecbûr bû alîyê Qerebagêda hal bide sertkirinê”,-Xaçatryan gotîye.

Xaçatryan difikire, wekî Ermenîstanêra pêwîste lez lîstika dîplomatî pêşda bibe bona ku dîyarbe ku ew li ser kîjan alîye, li ser wî cîyî, li kîderê Îran û Hindistanin.

“Bi hesabhildana elametîyên Hindistanê, wekî ew hema sivdera başûr têra dibîne, wî çaxî gerekê êrîşa ser Ermenîstanê bê hesabhildanê.Îran jî derheqa îzinnedayîna vekirina korîdora Syûnîkêra dibêje”,- sîyasetmedar dide dîyarkirinê.

“Li Rojhilata Navîn pirs li deşta şêr tê helkirinê. Heger tu aşîtîyê dixwezî gerekê xwe bona şêr amade bikî.Nava pêvajoyên gêopolîtkîda meriv dikare bêje wekî ne hemû dewlet û miletên serbixwe wê derbazî êtapa dîroka hemcîhanî bibin”,-Vardan Xaçatryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button