Rêvebirîya xweser ya bakûr û rojhilatê Sûrîyayê berxudanê silav dike û moralê binelîyên Efrînê bilind qîmet dike, yên ku bi mecbûrî li qampên mihacira dijîn. “Krîzeya Sûrîyayê nikarin bidine helkirinê, hegr Efrîn neyê azakirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
“Elametî girêdayî pêncsalîya okûpasîyakirina Efrînêva hatîye belavkirinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî şerkarî wê hetanî wî çaxî berdewambe, hetanî ku Efrîn û herêmên mayîne dagirkirî aza nebin. Derheqa vê yekêda wekîlên rêvebirîya xweser, ya bakûr-rojhilatê Sûrîyayê elam kirine.