H’emû nûçeSereke

Jîyana asayî li Qerebaxê têk çûye û krîza mirovahî bi lez û bez pêk tê: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstaê Nîkol Paşînyan  destpêka civîna hukumetê da li ser rewşa ku di encama girtina korîdora Laçînê da pêk hatîye, axivî.

Ewî her wiha bal kişand ser wê yekê ku zarokên bagça, şagirt û xwendekar ji mafên herî girîng yên sedsala 21 ê ku ev meheke ji mafê xwendinê bê par mane:

 “Li Qerebaxê bagçên zaroka, dibistan, zanîngeh meheke girtî ne û naxebitin. Cara dawî di şerê 44 rojî de tiştekî wiha qewimî û di rewşa ku top nedibarîyan de tenê ji ber  vîrûsa koronayê sazîyên perwerdeyê hatin girtin. Lê belê vê carê sedema nexebitîna sazîyên perwerdehîyê ne vîrûse lê “fikarên jîngehê” yên Adirbêcanê ye.

Paşînyan da kifşê, ku Adirbêcan ji ber ku bi vê yekê, xeta gazê ya ku  berbi Qerebagê diçe, digre, piştre qismî vedike, piştre dîsa digre. “Adirbêcan bi berdewamî amûra zexta gazê bikar tîne, ku eşkere ye ku şermezarîye”.

Serokwezîrê Ermenîstanê her wiha behsa sala 2020 a kir. Di daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê de hat destnîşankirin ku Komara Adirbêcanê û Fêdêrasîyona Rûsyayê ji bo opêrasîyona bênavber garantî dane. Eva 46 rojin jîyana asayî ya li Qerebaxê hatîye astengkirin û krîzeya mirovî bi hemû leza xwe rû dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button