H’emû nûçeSereke

Waşîngton cedandinên aktîv dide xebatê ku korîdora Laçînê bê vekirinê:Kêrên Donfrîd

Halê dora korîdora Laçînê dijwarîya bona pêşkeftina pêvajoya edile di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêşda tîne.Derheqa wê yekêda cîgira sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya pirsên Avropayê û Avrasîyayê Kêrên Donfrîdê gotîye “Dengê Amêrîka” yê.

Bi gotina dîplomata derecebilind, tevî halê hûmanîtarî Waşîngton cedandinên aktîv dide xebatê ku korîdora Laçînê bê vekirinê.Donfrîdê gotîye wekî  wextê qisên bi têlefonê, yên Êntonî Blîkên û serokatîyên Adirbêcanê û Ermenîstanê pirsa pêşin ya dorgiritina korîdora Laçînê bûye.

Sêkrêtarê dewletê bang kirîye ku lez korîdorê bidine vekirinê û derheqa girîngîya çûyîn-hatina bi korîdorê xeberdaye. Em girêdayî wî halîra xemgînin.Emê hewl bidin û hukum bikin ku rê bê vekirinê”,- ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button