
Raporta lêkolînerên avropî ya derheqa sîyasîya Adirbêcanêye xirabkar ya bi sernavê “Dîplomatîya xavîyarê” bi zimanê ermenî çap bûye.Ev organîzeya avropî ya serbeste, kîjanê lêkolîn kirîye û daye eşkerekirinê ku Bekûya fermî bi saya projeyên ruşetdayînê, bi pera, bi pêşkêşên qîmetlû, usa jî bi xavîyarê usa kirîye ku Avropa bêdengbe û çevê xwe li ser sîyaseta azêrîyaye xirabkar bigre. Welgervana kitêbê Sîranûş Mûradyana rojnamevane, ya ku dibêje wekî ev raport roja îroyîn jî aktûale, çimkî destnivîsara Bekûyê nehatîye guhartinê.
Hema roja îroyîn jî korîdora Laçînê girtîye, Arsax roja îroyîn nava krîzeya hûmanîtarîdane.Şêwira Avropayê piştgira hûmanîzmêye û ew dîna xwe dide pêpeskirina mafên mêriv. Gelo Şêwira Avropayê navîne ku roja îroyîn li Arsaxê, li korîdora Laçînê çi diqewime?”,- Sîranûş Mûradyan dibêje.Bi sala ser hev nevsên avropîye fermî çevên xwe li ser vê yekê girtine û dîsa li ser xirabkarîyên azêrîya digrin. Li gorî raportê, Adirbêcanê 30 mîlyon yûro bona ruşeta bo parlamêntvanên avropî xerc kirîye û mecbûr kirîye ku ew qirarên bona kara wê qebûlke.
Raport ji du beşaye.Beşa ewlinda xeberdan derheqa jîyana Bekûêye hundurdane, lê ya duemda derheqa sîyasîya Adirbêcanêye derdane.







