Şiroçîyê tirk: “Rûyê tendurustîya xweye xirabda Êrdoganê ji kandîdatîya serokê welêt paşda bisekine”

Rojnamevanê tirk, şroçî û pêşkêşvanê progirama têlêvîzîyonê Can Atakli derheqa hilbijartinên li Tirkîyayê miqale çap kirîye.
Atakli daye dîyarkirinê, wekî du meh mane, ku hilbijartin pêk bên û usa jî derheqa serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdoganda nivîsîye. Li ser bingeha lêpirsînên li Tirkîyayê derbazkirî, ewî gotîye wekî kandîdatîya Êrdogan ketîye bin şikberîyê.
Nava beşa derheqa Êrdoganda ewî nivîsîye: “Li gorî behsên heyî, Êrdogan nava doranên merivên xweda lêpirsîn mîyaser kirine, encamê kîjana ji encamên lêpirsînên sosîyalî cuda dibin. Nava encamên lêpirsînada tê gotitnê, wekî Êrdoganê nikaribe ser bikeve, yan jî dawîyê ewê ji kandîdatîya xwe paşda bisekine û diqewime birîyarke ku ew bibe parlamêntvan. Feqet hinek meriv jî dibêjin, wekî tendurustîya wî ewqasî jî baş nîne û ewê ji kandîdatîyê paşda bisekine û diqewime ji sîyasetê dûr bikeve. Rojnamevanê tirk usa jî gotîye, wekî tu nîşan tunene, wekî Êrdoganê serbikeve.







