H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê învêstîsîya gihîştine dereca rêkordê
Sala 2022 a hejmara învêstîsîyayên li Ermenîstanê gihîştîye trîlyonek 688 mîlyard diramî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Bi gotina wî, ev hejmar ya rêkordêye: “Heger em wê yekê parevekin li ser hejmara navîn, wî çaxî bi hesabê navîn salê ew învêstîsîya dighîjine sê mîlyard 800 mîlyon dolarî û ew hejmareke gelekî mezine”.