
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Îraqê Mehmed As Sûdanî derheqa dasekinandina deranîna neftêda qayîlnivîsar îmze kirine. Em bêjin, wekî dêlêgasîya derecebilind ya bi serokatîya serokwezîrê Herêma Kurdistanê çûbû Bexdayê, li kîderê rastî wezîrê Îraqêyî neftê, serokwezîrê Îraqê û serokê Îraqê hatine.
“Ev qayîlnivîsar ya wedelûye, lê hemû prînsîpên wê nava byûcêya fêdêralda û nava qanûna derheqa neftê û gazêda bêne kifşê”,- Mesrûr Barzanî wextê hevpeyvîna tevî Rudaw ê gotîye û serda zêde kirîye, wekî sekinandina deranîna neftêye ji herêmê li ser Îraqê tehsîr dike.
Em bêjin, wekî 23 ê adarê mehkema navneteweyî ya palata kirîn-frotanê birîyar kiribû wekî Tirkîyayê qayîlnivîsara sala 1973 a teribandîye, bi kîjanê hukumata tirka borcdar dibe, ku gavên ji alîyê Bexdayêda avîtî bêne xweykirinê.







