H’emû nûçeSereke
Merivê ku bona qulixnekirina eskerîyê ji alîyê Rûsîyayêda tê gunehkarkirinê, aza hatîye berdanê

Welatîyê Rûsîyayêyî 23 salî, kîjanî Rûsîya bona qulixnekirina li eskerîyê digere piştî binçevkirina çend seheta aza hatîye berdanê. Derheqa wê yekêda ji mehkema Ermenîstanêye sereke ragîhandine.
Derheqa vî merivîda, yê ku li Yêrêvanê girtine, polîsîya Ermenîstanê elam kiribû û serda zêde kiribû, wekî ew pirs hê zelal nîne ku merivê 23 salî mobîlîzasîyakirîye, yan leşkerê nava qulixêdane.
“Di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda pevketin hene ku merivên xirabkar teslîmî hevdu bikin, heger ew pirsên sîyasîva girêdayî nînin”,- miqaledarê “Novaya gazêta” yê gotîye.







