
Pêşbirka Avropayêye giranîbilindkirinê li Ermenîstanê baş hatîye organîzekirinê, derheqa wê yekêda werzandîçyê Moldovayê Lêonîd Şpak wextê qisa li radîyoya Ermenîstanêye Civakî gotîye.
“Ez tu kêmasîyan nabînim, her tişt di wextê xwedaye, her tişt di cîhê xwedaye, çend nûbûn hene”,- werzandçî gotîye, yê ku 15 salin bi sportsmênara beşdarî pêşbirka Avropayê û cîhanê dibe.
Moldovayê demeke nêzîkda sportsmênên Avropayêye giranîbilindlkirinêye 17 salî qebûlke, li gorî werzandçî organîzekirina çalekîyêda ji Yêrêvanê gelek tişt hene ku meriv hîn bibe.
“Me li vir gelek tiştên ku me texmîn nedikir dît. Ez hêvî dikim ku em jî karibin di vê astê de çalakîyê li dar bixin. Her tişt pir bi arzanî û pir rehete”,-Şpak daye kifşê.







