H’emû nûçeSereke
Zelal bûye ku fêstîvala sînêmayê ya “Zerdela zêrîn” wê kengê pêk bê

Fêstîvala navneteweyî ya Yêrêvanêye “Zerdela zêrîn” îsal wê ji 9 a hetanî 16 ê tîrmehê pêk bê. Îsal jî ew cejina sînêmayêye navneteweyî wê fîlmên dinîyayêye ji welatên cuda-cuda raberke. Merivên dinêeyan, yên ku ji goveka sînêmayêne, wê bêne Ermenîstanê û wê cêribandin û xebatên xwe raberkin.
Îsal “Zerdela zêrîn” 20 salîya sazbûna xwe dide kifşê.Xêncî wê yekê îsal 100 salîya sînêma ermenî tê kifşkirinê û fêstîvalê cuda derheqa wan herdu salvegerada bide dîyarkirinê.







