Serbixwetî rêyeke dirêje: Armên Grîgoryan derheqa aşîtîparêzên rûs û qulixdarîyên mexsûsda

Wextê hevpeyvîna tevî rojnama “ Novaya gazêta Yêvropa” ê, miqaledar pirs daye sêkrêtarê ewlehkarîya Ermentstanê Armên Grîgoryan wextê kîjanê gotîye, wekî alîyê ermenî her dem xebera serbixwetî dide xebatê, lê qulixdarîya sînorxweykire li firegeha “Zvartnos” ê tevî Rûsîyayê nava bazake kompyûtêraye tomerîdane, lê li Yêrêvanê jî gelek qulixdarîyên rûsîye mexsûs hene û tu kes destê xwe nade wan.Grîgoryan gotîye: “Bona betalkirina her şuxulkarîke cesûsî pêwîste ku nava sîstêmên ewlehkarîyêda werguhastina mîyaser bikin. Gerekê bighîjine wê yekê wekî înstîtûtên me tenê bona Ermenîstanê qulix bikin.
Niha em nikarin wê pirsê helkin, lê pêşerojêda emê bikaribin bikin.
Derheqa “Zvartnosê” da ez bêjim wekî sînorxweykirên rûs hetanî van axirîya li firegehê rûniştîbûn, lê niha usa jî sînorxweykirên ermenî rûniştîne.Dêmek pêşkeftin heye, lê serbixwetî rêyeke dirêje. Hûn nikarin rojekê hişyarbin û bi temamî serbestbin. Gerekê peyî hev gav bêne avîtinê”.







