Hukumata Ermenîstanê hewaskare ku învêstorên brîtanî li Ermenîstanêbin

Nîkol Paşînyanê serokwezîr wezîrê dewletê, yê Brîtanîyayêyî pirsên Avropayê Lêo Dokêrtî qebûl kirîye.
Serokwezîr seredana birêz Dokêrtî, ya li Ermenîstanê silav kirîye û hevkarîya tevî Brîtanîyayê, ya nava govekên cuda-cudada girîng hesab kirîye.
Lêo Dokêrtî daye dîyarkirinê, wekî îdî hatîye elamkirinê, ku tevî Ermenîstanê dîyaloga stratêcî destpêkin û serda zêde kirîye, wekî ew hewaskarin ku bi alîyên cuda-cuda pêwandîya bidine berfirehkirinê.
Bi taybetî hevkarîya kirîn-frotanê, ênêrgîya ji tevê stendî û cêrge bername hatine gotûbêjkirinê. Paşînyanê serokwezîr serda zêde kirîye, wekî hukumata Ermenîstanê hewaskare ku învêstorên brîtanîya li sûka ermenî amadebin.
Xeberdan usa jî derheqa normalkirina pêwandîyên ermenîya-azêrîya, vekirina rêyên transportê û êkonomîkî, halê dora korîdora Laçînê û Qerebagê, dîyaloga di navbera Bekûyê û Stêpanakêrtêda çûye.







