H’emû nûçeSereke

Rûsîya borcdar bû ku cîhwarkirina posta azêrîya bida sekinandinê: Tîgran Abrahamyan

Sêkrêtarê fraksîya parlamênta Ermenîstanê, ya opozîsîyon Tîgran Abrahamyan hesab dike ku Rûsîya borcdare îzina cîhwarkirina posta azêrîyaye li korîdora Laçînê neda û kirinên Rûsîyayê gerekê hema xût bona alîyên kifşkirîbin.

“Rûsîya borcdar bû, îzina cîhwarkirina posta azêrîya neda, bi taybetî hema bi hesabhildana wê yekê ku ew ji cîhê rûsa 20-30 mêtrî dûre. Rûsîya ne tenê çawa alîkî dokûmênta sêalîye, lê ew li herêmê çawa lîstikçîya mezine û li ser wê cabdarî heye”,- Abrahamyan gotîye.

Bi gotina Abrahamyan, Adirbêcan wê yekê dide xebatê û dicêribîne bi wê yekê hukumî ser Ermenîstanê bike.Xêncî wê yekê cîhwarkirina posta azêrîya bona ermenîyên Arsaxê halekî giran pêşda anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button