H’emû nûçeSereke

Akadêmîya leşkerîye ser navê Vazgên Sargsyan wê bê damezirandinê

Hukumatê birîyar kirîye ku zankoyên wezîreta Ermenîstanêye parastinê, ya ser navê Vazgên Sargsyan û marşal Armênak Xanpêryans bighînine hevdu û bi wê yekê zankoya ser navê Vazgên Sargsyan sazkin.

Ev birîyar bona wê yekê hatîye qebûlkirinê, ku bi progiramên tevayî bighîjine encamên gelekî bilind.

Hatîye dîyarkirinê, wekî bi wê yekê mecalê çêbe, ku li gorî normên navneteweyî baza perwerda leşkerîye nû sazkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button