H’emû nûçeSereke
Mihêr Grîgoryan Şahîn Mistefayêvra pêşnîyar şandîye ku hevdîtina komîsîya, ya pirsên dîyarkirina sînora pêk bînin

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêvra pêşnîyar şandîye ku hevdîtina komîsîya, ya pirsên dîyarkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêk bînin.
Derheqa wê yekêda ji ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê elamî “Armênprêss” ê kirine.
Armanca pêşnîyarê bi taybetî ewe, ku wan pirsa gotûbêj bikin kîjan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya didine sertkirinê.







