H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê civîna Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, ya payîzê li cem xwe qebûlke
Civîna parlamêntîyê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê ya payîzê wê li Yêrêvanê pêk bê.Ev birîyar ji alîyê komîsîya hertimî, ya civînêda li bajarê Kanadayêyî Vankûvêrê hatîye qebûlkirinê.
Serokê dêlêgasîya Ermenîstênê Sargîs Xandanyan endamên civînê vexwendî li Ermenîstanê kirine û daye dîyarkirinê, wekî niha temamîya herêma organîzeyê pirsên ewlehkarîyê tên pêşdakişandinê û nava van qewilada hevkarîya di navbera parlamêntada gelekî girînge.
Ewî usa jî gotîye, wekî bi saya wê yekê endamên civînê wê bikaribin derheqa pirsên ewlehkarîya Qafqasîya Başûrda fikira pevbiguhêrin.
Em bêjin, wekî dika vê organîzeyê 320 parlamêntvanên ji 57 welata tîne cem hev.