H’emû nûçeSereke
Arsax diha zêde hewaskare ku tevî Adirbêcanê dîyaloga rast hebe: Sêrgêy Gazaryan

Arsax ji alîyê wekîlên welatên cuda-cuda û sîstêmên navneteweyîda pêşnîyara distîne ku tevî wekîlên Adirbêcanê hevdîtin bêne organîzekirinê.Wezîrê Arsaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan dibêje wekî Arsax diha gelekî hewaskare ku tevî Adirbêcanê dîyalog hebe, lê ew yek gerekê li gorî hinek norma bê kirinê. Bi gotina wî, hevraxeberdanên bin hukumda meriv nikare çawa dîyalog hesabke. Bi gotina Gazaryan, hetanî ku korîdora Laçînê girtîbe, dîyalog nikare hebe.







