H’emû nûçeSereke

Yêrêvanê bona neqedandina pevketinên li Bryûsêlê “kontrol” amade kirîye: Paşînyan

Alîyê ermenî dokûmênt amade kirîye, wa gotî “kontrol”, li kîderê hemû pevketinên destanî hatine dîyarkirinê, yên ku li Bryûsêlê hatine destanînê, lê nehatine mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî Euronews ê  gotîye, dema ku ewî derheqa kêmasîya navçîgarîyêda xeberdaye û bersiva wê pirsê daye, ku Yekîtîya Avropayê dora sivira hevraxeberdana çi pêşnîyar dike.

“Ez wê yekê hesab hiltînim, wekî navçîgarîya bi dema mîyasernekirina pevketina, gaveke sîyasîye anegor hindava wî alî tê avîtinê, yê ku ew borcdarî teritbandine.Li ser dika Bryûsêlê em wê yekê navînin.Ez her dem wê  pirsê bilind dikim”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, “kontrola” derheqa pevketinên mîyasernekirîda gelekî berbiçeve û ew yek nikare rihet bihêle.

Em bîr bînin, wekî sala 2021 ê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kir ku ew amadeye tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê îmzeke. Sala 2022 a Bekûyê pêşnîyara xweye ji pênc xala raberî Yêrêvanê kir. Alîyê ermenî rastkirin zêde kirin û ew paşda şand.Ji wî çaxîda di navbera alîyada çend êtapên hevraxeberdana pêk hatine.

Van axirîya hevdîtinên li ser dereca bilind, yên ermenîya-azêrîya li Waşîngtonê, Bryûsêlê, Moskvayê û Kîşnêvê pêk hatine.

Hevdîtina dawî, ya bi navçîgarîya Şarl Mîşêl 15 ê tîrmehê li Bryûsêlê pêk hatîye.

Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam dike wekî qewilê bona îmzekirina peymana aşîtîyê vekirina wa gotî “Korîdora Zangêzûrê” û derxistina leşkeraye ji Qerebaxêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button