H’emû nûçeSereke

Raporta Morêno Okampo pêşerojêda dikare bibe gunehkarkirina dijî serokatîya Adirbêcanê: Marûkyan 

Bi xeberdana derheqa raporta dozgerê mehkema navneteweyî, yê berê Lûîs Morêno Okampo alîkarê serokê Adirbêcanê gotîye ku ew piştgirîye. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.

“Nava raporta dozgerê navneteweyî berê fikir pêşda tê, wekî sîyaseta ku ji alîyê Adirbêcanêda tê mîyaserkirinê, ya komkujîye û heger li ser  bingeha şedetîya nîbûya, wî çaxî Hîkmêt Hecîyêv û temamîya propaganda Adirbêcanê wê guhdarî nedana ser wê yekê û wê wedê xwe badîhewa ser wê yekê xerc nekirana.Ev raport bi şedetî û lêkolînên xweva dikare pêşerojêda bibe gaveke gunehkarkirina dijî serokatîya Adirbêcanê”,- Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button