H’emû nûçeSereke

Naskirina yekparçeya axê divê garantîya mafên ermenîyên Qerebaxa Çîya binpê neke:cîgirê wezîr

Naskirina hevdu ya yekparçeya axa Ermenîstanê û Adirbaycanê divê bi tu awayî pêvajoya garantîkirina ewlehkarî û mafên ermenîyên Qerebaxê binpê neke. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan wextê rasthatina tevî  rojnamevana got.

“Naskirina hevdu ya yekparçeya axa Ermenîstanê û Adirbêcanê divê bi tu awayî binpêkirina prosêya garantîkirina ewlekarî û mafên ermenîyên Qerebaxa Çîyaye, ku ji ber êrîşa Adirbêcanê têk çû”,-Kostanyan da kifşê.

Alîkarê wezîr bal kişand ser wê yekê ku êrîşa Adirbêcanê li ser Qerebaxê pêk hat û ew ji alîyê tu kesîda wê nayê rewakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button