H’emû nûçeSereke

Sîstêma krêdîtê ya bona destpêka bîznêsê wê bişuxule: Kêrobyan

Wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê têra dibîne ku bona bîznêsmênên nû, yên ku bîznêsa xwe ji nûva destpê dikin, bernama dayîna krêdîta bidine xebatê. Derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirinên projeya byûcêya dewletêye sala 2024 a, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.

Bername hê ji alîyê hukumatêda nehatîye îzbatkirinê, lê wezîr hêvîdare, wekî ewê pêşeroja nêzîkda îzbatbe.

“Ji byûcêya sala tê emê bikaribin krêdîtên zêde, bi selefên nimiz  bidine bîznêsa nû”,- Kêrobyan gotîye.

Wezîr ser wê fikirêye, wekî vî cûreyî wê atmosifêra usa sazbe, li kîderê kompanîyayên nû wê bikaribin bi hêsanî mecalên fînansî bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button