Hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye parastinê bona NATO ê eşaretîye:bayloz
Hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye nava goveka parastinêda tiştekî wekî mayîne û bona NATO ê eşaretîye. Derheqa wê yekêda baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîyê Dikotînî gotîye.
“Nava halê îroyînda fikir hatine elamkirinê û bi fikira me nava goveka pêwîstda mecala piştgirîyê hatîye dîtinê.Hevkarîya nava goveka parastinêda tenê ya leşkerî-têknîkî nîne.Ez usa jî ser wê fikirême, wekî pêwîste ku doktrîna parastinê, amadekirina hêzên sîlihkirî, modêrnîzasîyakirina hêzên sîlihkirî diha girîngin, ne ku têknîka leşkerî”,- bayloz gotîye û serda zêde kirîye, wekî ev hevkarîya nava goveka parastinêda bona Fransîyayê pirseke girînge.
“Bi fikira min ez diha gelekî rastî wezîrê parastinê Papîkyan hatime. Hevkarîya parastinê birîyara srbixweye. Bo wê yekê jî me ew birîyar bi xwe pejirandîye, çawa ku Ermenîstanê hevkarîya tevî me hilbijart.Ev yek usa jî ji wî alîda hewaskare, wekî tiştê nebûyînê dişkê. Welatê me çawa welatê NATO ê yî ewline, yê ku tevî Ermenîstanê vekirî nava goveka parastinêda hevkarîyê dike.Ev yek him bona herêmê eşaretîye, lê usa jî bona hevkarên meye NATO ê eşaretîye.Em bi wê yekêva firnax dibin”,- bayloz gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku ew hevkarî ya wededirêje yan na, bayloz gotîye wekî Fransîyayê gavên wî cûreyî neavîtana, heger ew yek ya wededirêj nîbûya.
“Ji alîkîva hevkarîya Ermenîstanêye nava parastinêda nikare tenê li ser Fransîyayêbe. Em hevkarin, nava welatên NATO ê da em hevkara ewlinin, lê nava goveka parastinêda hevkarên başqe jî hene û hukumata Ermenîstanê bi aktîvî nêzîkî wê hevkarîyê dibe.Em piştgirîya wê yekê dikin”,- bayloz gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî bi hesabhildana halê niha, ji alîyê Fransîyayê, Ştatên Yekbûyî û gelek welatên mayînda xemgînî heye û bo wê yekê jî piştgirîyê didine pirsa yekîtîya têrîtorîya Ermenîstanê û serbixwetîya wê.