H’emû nûçeSereke

Nêzîkî 200 çargoşe kîlomêtir niha bin kontrola hêzên azêrîyadane:Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyanra eyane wekî nêzîkî 200 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanê niha bin kontrola hêzên azêrîyadane.

Derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan  wextê gotûbêjkirinên projeya byûcêya dewletê, gotîye.

Ewî wî cûreyî bersiva pirsa Krîstînê Vardanyana parlamêntvan daye, ya ku pirs dabû, ku çiqas axa Ermenîstanê ji alîyê Adirbêcanêda hatîye okûpasîyakirinê.

“Hela hê ji salên 1990 î da hene cîh, yên ku bin kontrola Adirbêcanêdanin.Niha mînakên wî cûreyî hene û minra eyane wekî nêzîkî 200 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanê bin kontrola hêzên azêrîyadane”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button