H’emû nûçeSereke
Alên Sîmonyan derheqa peymana aşîtîyêda, ya tevî Adirbêcanê xeberdaye
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye, wekî ew difikire ku diqewime hetanî dawîya salê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, peymana aşîtîyê bê îmzekirinê. Derheqa wê yekêda ewî gotîye rojnamevana.
“Derheqa wedê konkrêtda em xeber nadin, lê fikir hene wekî hegr xwestin hebe, wî çaxî hetanî dawîya salê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê”,- Sîmonyan gotîye.
Sîmonyan çawa şedetîya wê yekê elametîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr raber kirîye, wekî bona sê prînsîpên hîmlî qayîlî heye û bi hêvîdarî gotîye, wekî hetanî dawîya salê dikarin wê peymanê îmzekin.
Bi wê yekêva tevayî,Sîmonyan gotîye wekî wede ewqasî jî girîng nîne, çimkî zêdetir girînge ku peymana usa bê îmzekirinê, kîjanê rêal bixebite û bona herêmê aşîtîyê bîne.