H’emû nûçeSereke
Kolêksîyona çakêtên nû ya pargîdaniya Mackage li Ermenîstanê tê hilberandin

Ji balyozxaneya Ermenîstanêye li Kanadayê elam dikin ku bi hewldana Aram û Aşot Spêncyana, damezrînerên şîrketa “Lorens NYC”, koleksîyona nû ya çakêtan ya şirketa Kanadayî “Mackage” ku cil û bergên bi kalîte hildiberîne, li Ermenîstanê dest pê kir.
Şîrketa “Lorens NYC” sala 2019 a de bi armanca veguhestina hilberîna hilberên pargîdanîyên cil û bergên navdar û bi kalîte yên cîhanê ji bo navendên hilberînê yên Ermenîstanê hate damezrandin. Niha bi saya şirketê li Ermenîstanê 15 marqeyên navdar tên hilberandin.







