Pirsgirêk ne ku ewe ku Adirbêcanê bînin ser platforma rojavayê lê bînin ser deşta çêkirinê:Sargîs Xandanyan

Pirsgirêk ne ku ewe ku Adirbêcanê bînin ser platforma rojavayê, lê bînin ser deşta çêkirinê. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pêwandîyên der, Sargîs Xandanyan derheqa hevraxeberdarnên li Bêrlînê, yên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der gotîye.
“Heger hevkarên mera li hev bê Adirbêcanê bînin deşta çêkirinê, wî çaxî mecalê hebe peymana aşîtîyê îmzekin.Ew yek dikare bibe nîşaneke baş”,- Sargîs Xandanyan gotîye.
Bi axaftina derheqa wan elametîyên Elîyêvda, yê ku gotîye ku heger Ermenîstan dixweze peymana aşîtîyê morke, usaye ew gerekê dewekarîyên Adirbêcanê mîyaserke, Xandanyan gotîye: “Ew elametî yên qebûlkirinê nînin, ew yek jî tiştê qebûlkirinê nîne ku ew dicêribînin tevî pirsên Ermenîstanêye hundur bibin, çimkî tiştek zelale wekî dorana prînsîpên bona îmzekirina qayîlnivîsara aşîtîyê îdî hatîye qayîlkirinê û nava wê çarçoveyêda pêwandî gerekê bêne normalkirinê û qayîlî bêne destanînê.Bi rastî ew elametî yên çêkirinê nînin”.







