Li Adirbêcanê cudakarîya olî, zextên li ser mêdaya serbixwe û civaka sîvîl zêde bûne: Freedom House
![](/wp-content/uploads/2024/03/haus.jpg)
Nava van salên dawîda li Adirbêcanê cudakarîya olî, zextên ser mêdîya serbixwe û civaka sîvîl zêde bûne.
Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda organîzeya navneteweyîye mafparêz Freedom House ê raporta xweye salêda nivîsîye.
Gorî raporta organîzeya mafparêz, dagirkirina Qerebaxê popûlarbûna Elîyêve navxweyî zêde kirîye, yê ku ji sala 2003 a da ew qulix ji bavê xwe stendîye û wê yekê tirs pêşda anîye ku serokatîya Adirbêcanê diqewime bi berfirehî Ermenîstanê dagirke, sînorên kîjanê îdî hatine teribandinê.
Raport dide kifşê,wekî li wê axa hevraqayîlnekirî merivên li wir dibine cangorîyên rojeva wan. Mesela wî cûreyî hema xirabkarîyên dijî Qerebaxêne, rûyê kîjanada ji 120 hezarî zêdetir ermenî bi destê zorê hatine derxistinê û gelek dîtindarên bîyanî ew yek çawa paqijkirinên êtnîkî nav kirin.
Gorî raporta organîzeyê, ya sala 2023 a Adirbêcanê 40 qal unda kirine.
Organîzeyê serda zêde kirîye,wekî êrîşa Bekûyêye leşkerî û zordarîyên li Adirbêcanê hev girtin, lê hukumata wî welatî jî ji salên 1990 î sîyaseta dijî ermenîya mîyaser dike.